Guterres: Rojhilata Navîn ber bi hilweşînê ve diçe, divê şer rawest e
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres derbarê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de hişyariyeke tund da û ragihand, navçe ber bi kenara hilweşînê ve diçe. Guterres bang kir ku şer demildest bê rawestandin û alî vegerin ser maseya danûstandinan.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îro 13ê Adarê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser metirsiyên mezin ên li navçeyê û got: "Kêmkirina asta rageşiyê û serîlêdana ji bo diyalogê, ji bo derbaskirina vê rewşa niha, tekane rêya li pêşiya me ye."
Sekreterê Giştî hişyariyeke tund da ku Rojhilata Navîn bi lez ber bi kenara hilweşîn û wêranbûnê ve diçe. Wî daxwaz ji hemû aliyên nakok kir ku bêyî derengketin dawî li hemû kiryarên serbazî û dijminatiyê bînin.
Di daxuyaniyê de, Guterres tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi yasayên navneteweyî û parastina canê sivîlan kir. Herwiha bang li aliyên şer kir ku ji bo rêgirtina li karesateke mirovî ya mezintir, di dema herî nêz de vegerin ser maseya danûstandinê.