Urdin êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Urdinê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê şermezar kir û ew êrîş wekî binpêkirina tenahiyê binav kir.

Wezareta Derve ya Urdinê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) li ser êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Em armanckirina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li parêzgeha Dihokê wekî êrîşeke neqebûlkirî û binpêkirina ewlehî û tenahiya Iraqê dibînin.”

Wezareta Derve ya Urdinê her di wê daxuyaniyê de piştgiriya welatê xwe ji bo ewlehî û tenahiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî tekez kiriye.

Mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi rêya teleofnê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî, ew êrîş şermezar kirin û biryar da ku tîmeke hevpar a ewlehî û teknîkî ji bo lêkolînên li ser wê bûyerê û destnîşankirina tawanbaran bê çêkirin.