Jiyana welatiyên Kerkûkê ji ber baregehên Heşda Şeibî ketiye metirsiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hebûna baregehên Heşda Şeibî li navenda bajarê Kerkûkê, bûye sedema tirs û fikarê di nav welatiyan de. Niştecîhên bajêr bang dikin ku ev baregeh ji bo parastina jiyana wan ber bi derveyî bajêr ve werin veguhastin.
Li bajarê Kerkûkê, hêzên Heşda Şeibî gelek bingehên siyasî û leşkerî di nav taxên niştecihbûnê de vekirine. Her çend beşek ji van baregehan hatine valakirin jî, lê yên ku niha çalak in, her dem dibin armanca êrîşên firokeyên şer û mûşekan. Ev yek bûye sedem ku xelkê sivîl di nav tirs û diltengiyekê de bijî.
Li gorî agahiyan, li gel avahiyên valakirî, niha 9 baregehên serekî yên Heşda Şeibî li nav bajarê Kerkûkê hene. Welatiyên ku malên wan nêzîkî van baregehan in, diyar dikin ku ew di metirsiyeke mezin de ne. Hejmarek welatiyan ji Kurdistan24ê re ragihandin ku hebûna çekdaran di nav bajêr de ziyanê dide wan û dibêjin: "Divê ev baregeh ji bo parastina canê me werin birin derveyî bajêr, ji ber ku niha jiyana me, dibistan û malên me di bin metirsiyê de ne."
Li gorî zanyariyan, çar cureyên cuda yên hêzên Heşda Şeibî li Kerkûkê bicih bûne. Hin ji van koman bi mûşekan bingehên leşkerî dikin armanc. Herî dawî li Kerkûkê dest bi ser çend sîstemên moşekan de hat girtin ku ji bo êrîşkirina ser bingeha leşkerî ya "K-1" hatibûn amadekirin. Çalakiyên bi vê rengî metirsiya êrîşên bersivdayînê li ser navenda bajêr zêdetir dike.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Heşda Şeibî bi hejmareke zêde derbasî nav bajarê Kerkûkê bûn. Wan di van salên dawî de gelek avahî û tax kirine baregehên xwe yên leşkerî û siyasî, ku ev yek li dijî daxwaza xelkê resen ê bajêr e.