Li Qamişloyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê îro (Sêşem, 31ê Adara 2026ê) li dijî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê derketin ser cadeyan û ew êrîş şermezar kirin.
Şêniyên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî her îro li dijî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û çalakiya şermezarkirinê li dar xist.
Kesên ku tevlî wê çalakiyê bûn bi hildana ala Kurdistanê û dirûşman êrîşên li ser Herêma Kurdistanê red kirin û piştgiriya xwe ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê nîşan dan. Di wê çalakiyê de hat tekez kirin jî ku, aramiya Herêma Kurdistanê parek ji aramiya tevahiya navçeyê û Rojavayê Kurdistanê ye.
Xwenîşanderan bal kişand ser yekitiya helwesta gelê Kurd li hemberî êrîşên derveyî. Hat diyarkirin ku, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê êrîşên li ser destkeftiyên hemî Kurdan in û divê ev destdirêjî demlidest bên rawestandin.
Ev çalakiya li Dêrikê di demekê de ye ku di rojên borî de li gelek bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê, mîna Kobanê, Tirbespiyê, Amûdê û Girkê Legê jî meş û xwenîşandanên mezin hatibûn lidarxistin. Di van çalakiyan de xelkê Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya tam ji bo Hêzên Pêşmergeyan ragihandin.
Herêma Kurdistanê di van demên dawiyê de rûbirûyî êrîşên bi dron û mûşekan yên "komên derveyî qanûnê" dibe. Ev êrîş dibin sedema tirs û diltengiyê di nav welatiyan de û aramiya Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê, ku ev yek bûye sedema nerazîbûnên mezin li her çar parçeyên Kurdistanê.