Bi hezaran Kobanî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê daketin kolanan û êrîş şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kobanê xwenîşandaneke girseyî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên bajêr bi tundî êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Îro 1ê Nîsanê gelê Kobanê li dijî êrîşên mûşekî û dronî yên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, daketin ser cadeyan. Beşdarên çalakiyê bi hildana Alaya Kurdistanê û qêrîna dirûşman, nerazîbûna xwe nîşanî êrîşkarên Herêma Kurdistanê dan.

Ev çalakiya li Kobanê di demekê de ye ku di rojên borî de li gelek bajar û bajarokên din ên Rojavayê Kurdistanê mîna Qamişlo, Heseke, Amûdê û Dêrikê jî meş û xwenîşandanên mezin ên bi vî rengî hatibûn lidarxistin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê bi van çalakiyan peyamekê didin cîhanê ku ew ligel birayên xwe yên Başûr in û li hemberî her cure êrîşên ku aramî û qewareya Herêma Kurdistanê dikin armanc, xwedî helwest in.