Îraq bi 34 trîlyon dînaran deyndara Herêma Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdetir ji 34 trîlyon dînarên mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li cem Hikûmeta Îraqê ne û nehatine şandin; Bexdayê tenê 41.6% ji tevahiya wê pişkê, ku di qanûna budceya sêsalî de (2023-2025) ji bo Herêma Kurdistanê hatibû binecihkirin, xerc kiriye.
Eger em li tevahiya budceya sêsalî ya Îraqê binerin, ku miqdara wê 622.63 trîlyon dînar e, divê pişka Herêma Kurdistanê 58.36 trîlyon dînar be lê tenê 24.32 trîlyon dînar hatine dabînkirin.
Ji tevahiya 12.5 trîlyon dînarên pişka Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê, Bexdayê tu miqdareke pereyî xerc nekiriye û heta mûçeyên şeş mehên fermanberan jî li cem xwe hiştine.
Ev siyaseta darayî nîşan dide ku, hikûmeta federal ne tenê zulm li xelkê Herêma Kurdistanê kiriye, belkî ji ber nezelaliya di çarenivîsa wî pereyê mezin û awayê xerckirina wan de, ji mafê tevahiya xelkê Îraqê jî kêm kiriye.