Serdar Group: Zirarên me bi pênc milyon dolaran tên texmînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Embareke rûnê timbêlan a kompaniya “Serdar Group”ê li Hewlêrê bi rêya çar dronan hat bombebarankirin û bi wê sedemê jî zirareke mezin a madî gihîşt wê kompaniyê û agirekî mezin berbû wê derê.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, ew êrîş bi rêya çar dronan hatiye kirin û dûmana agirê wê embarê bi bilindahiya gelek metreyan li asman hatiye dîtin.

Ji ber mezinahiya wî agirî û cûnê wan madeyên ku di wê embarê de hebûn (rûn û grîs), tîmên agirkujiyê nekarî bi hêsanî wî agirî kontrol bikin, ev jî bû sedem ku ew embar bi temamî wêran bibe.

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên “Serdar Group”ê Deştî Ebdila îro (Pêncşem, 2ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand, "Ev der tenê embareke rûnê timbêlên ê ji cûnê (Castrol) û grîsê bûye û tu peywendiya wê bi tu aliyekî siyasî yan leşkerî re nîne.”

Deştî Ebdila herwesa got, “Kompaniya me kompaniyeke sivîl û bazirganiyê ye û tayên wê li piraniya parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hene." Amaje da wê yekê jî ku, zirarên madî yên wê êrîşê bi nêzîkî pênc milyon dolaran tên texmînkirin.

Ev êrîş di çarçoveya wan êrîşan de ye yên ku ev demeke komên neqanûnî dikin ser Herêma Kurdistanê. Xwedankar û bazirganên Herêma Kurdistanê dibêjin ku, armanca van êrîşan têkdana rewşa ewlehî, aborî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê ye.

Xwedankar herwesa daxwaz ji hikûmeta federal jî dikin ku, sînorekî ji bo van komên neqanûnî deyne û rêyê li ber van êrîşan bigire, ji ber ku zirarên rasterast digihînin jiyana welatiyan û kertê bazirganiyê.

Serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve gelek caran tekez kiriye ku, Herêma Kurdistanê ne parek ji wan şer û hevrikiyan e yên ku li deverê hene, lê komên çekdar li ser armanckirina xelkê sivîl û navendên bazirganiyê berdewam in.