Peyamnêrê K24ê: Heşda Şeibî li Kerkûkê hat bombebarankirin

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand ku, bingeha leşkerî ya Lîwaya 40ê ya Ketayîbî Îmam Elî ya girêdayî Heşda Şeibî hat bombebarankirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran îro (Duşem, 6ê Nîsana 2026ê) got, "Bingeheke leşkerî ya Lîwaya 40ê ya Ketayîbî Îmam Elî ya girêdayî Heşda Şeibî saet 9:00 ê îşev hat bombebarankirin."

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê ku ji çavkaniyeke ewlehiyê bi dest xistine, ew bingeh li gundê Xeraberûteyê yê rojavayê Kerkûkê bû, û ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, bingehên Ketayîbî Îmam Elî li sînorê Kerkûkê pênc caran hatine bombebarankirin, ku nêzîkî zeviya petrolê ya Bay Hesenê li rojavayê Kerkûkê ye.

Amaje bi wê yekê jî daye ku, Lîwaya 40ê ya Ketayîbî Îmam Elî girêdayî operasyonên Bakurê Rojhilatê Dîcleyê yên Heşda Şeibî ne, ku ji piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017ê ve ew dever li rojavayê Kerkûkê kontrol kirine, ku devereke petrolê ye û hatiye dagirkirin.

Her ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê re, gelek caran êrîşî bingehên Heşda Şeibî hatiye kirin û bi dehan çekdar jê hatine kuştin û birîndarkirin, herwesa Amerîkayê gelek caran hişyarî daye Hikûmeta Iraqê ku divê Heşda Şeibî hilweşîne.