Bexda bizavê dike pirsgirêka genimê cotkarên Kurdistanê çareser bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê di dema wergirtina barê yekê yê genimê îsal de li sayloya Hewlêrê amade bû û got ku rûberê çandina genim li Herêma Kurdistanê pir ji wê plankirina hatiye danîn berfirehtir e. Herwesa ragihand ku ew dê bizavê bikin ku tevahiya genimê cotkaran wergirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Nizar îro (În, 12ê Hezîrana 2026ê), di dema wergirtina barê yekê yê genimê îsal de, li sayloya Hewlêrê amade bû û kongreyeke rojnamevaniyê li dar xist û tê de de ragihand: "Em hemî bizavan dikin ku keda cotkaran belaş neçe.”
Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê herwesa got: “Serokwezîrê Îraqê mîqdareke pereyî wekî mafên darayî yên cotkaran ji bo tevahiya parêzgehên Îraqê şandiye û daxwaza me ew e ku ev pere bi şêwazekî dadperwerane li ser cotkaran bê belavkirin."
Mistefa Nizar amaje bi wê yekê jî kir ku rûberê çandina genim li Herêma Kurdistanê pir ji wê plana hatiye danîn mezintir e, herwesa ew mîqdara genimê ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve hatiye destnîşankirin jî ji daxwazê zêdetir e û pêdivîtiya wan bi wergirtina zêdetir genim heye.
Navborî herwesa got: "Em dixwazin ji bo cotkaran bibin piştevanekî baş. Serdanên me ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û mizgîniyên me yên xêrê dê hebin. Heta niha plana berbazarkirina genim bi dawî nehatiye û em dê bizavê bikin ku hemî genim werbigirin. Ew genimê ku dimîne jî, em dê bizavê bikin ku hinardeyî derve bikin."
Mistefa Nizar duhî li parêzgeha Dihokê jî tekezî li ser wê yekê ki ku cotkar rola serekî di dabînkirina ewlehiya xwarinê de dibînin û diyar kir: “Piştî dabînkirina mîqdara pêdivî ya genim ji bo welat û pişka rûdanên ji nişkê ve, di rojên bê de planek dê ji bo çareserkirina pirsa "berhema zêde" bê amadekirin.
Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî jî her duhî, dema ku tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû, ragihand: "Hikûmeta Îraqê ji bo îsal mîqdara wî genimê ku ji cotkarên Herêma Kurdistanê werdigire wekî 400 hezar ton destnîşan kiriye; ku 150 hezar ton ji bo parêzgeha Silêmaniyê, 122 hezar ton ji bo parêzgeha Hewlêrê, 116 hezar ton ji bo parêzgeha Dihokê û 11 hezar ton jî ji bo parêzgeha Helebceyê ye. Ev mîqdara genim, ku li Herêma Kurdistanê tê wergirtin, ji bo cotkaran pir kêm e."