Venezuela: Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 920 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên herdu erdhejên mezin ên li Venezuelayê gihîşt 920 kesan. Neteweyên Yekgirtî (NY) hişyarî da ku ji ber ku zêdetirî 50 hezar kes winda ne, dibe ku hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir bibe.

Roja çarşemê du erdhejên bi mezinahiya 7.2 û 7.5 li Venezuelayê rû dabûn û wêraniyekê mezin li pey xwe hiştin. Niha tîmên rizgarkirinê yên ji 17 welatên cuda li wî welatî di nava xebatên lêgerînê de ne, da ku bigihîjin kesên di bin kavilan de mane.

Li gorî amaran, di nav qurbaniyan de welatiyên biyanî yên ji Îspanya, Portugal, Brezîl, Îtalya û Çînê jî hene. Hikûmeta Îspanyayê bi fermî ragihand, heta niha 99 welatiyên wan li herêmên erdhejê winda ne û ti agahî ji wan nayên girtin.

Herêma "La Guaira" ya li bakurê paytext Caracasê wekî herêma herî zêde ziyandîtî hat tomarkirin. Li bajarê Katia La Mar gelek avahî bi temamî hilweşiyane û Firokxaneya Navdewletî ya Maiquetia jî ji ber ziyanên mezin hat girtin.

Hikûmetê Herêma La Guaira wekî "herêma karesatê" ragihand û ji ber rûdanên talankirinê, herêm xist bin kontrola leşkerî. Seroka bi wekalet a welêt, Delcy Rodriguez, dema serdana herêmên ziyandîtî kir, bi hêrsa welatiyan re rûbirû ma. Welatiyan daxwaz kir ku ev karesata mirovî ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.

Neteweyên Yekgirtî ragihand, wan 25 tîmên lêgerîn û tenduristiyê ku ji nêzîkî hezar kesî pêk tên, li herêmên cuda belav kirine. Welatên wekî Amerîka, Swîsra, Meksîka, Îtalya û Kolombiyayê bi armanca piştgiriyê bidin xebatên rizgarkirinê, tîmên pispor û alîkariyên lezgîn şandine Venezuelayê.