Hejmarek dron li asmanê Hewlêrê hatin şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend dronên din li asmanê Hewlêrê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymanan ve hatin xistin.
Berbanga îro 19ê Tîrmeha 2026an, hejmarek dronên bombebarkirî ber bi bajarê Hewlêrê ve hatin şandin. Sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi lez bersiv da û ew dron li asmanê bajêr xistin xwarê.
Ev êrîşên ku her diçin zêde dibin, nîşana alozbûna rewşa ewlehiyê ya herêmê ne. Li gorî amaran, di nava çar rojên dawî de nêzî 22 dronên bombekirî paytexta Herêma Kurdistanê kirine armanc. Lê belê hemû hewildanên êrîşê ji aliyê sîstemên berevaniyê ve hatine pûçkirin û hemû dron li asman hatine têkbirin.