Filistîn û Sûriye êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezaretên Derve yên Filistîn û Sûriyeyê di du daxuyaniyên cuda de, êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên navçeyê şermezar kirin û ew wekî "binpêkirineke metirsîdar a hiqûqa navdewletî" pênase kirin.
Pêla nerazîbûnên navdewletî li dijî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê berdewam dike. Piştî gelek welatên cîhanê, vê carê Filistîn û Sûriyeyê jî helwesta xwe li dijî van êrîşan nîşan dan.
Filistîn: Ewlehiya navçeyê di metirsiyê de ye
Wezareta Derve û Koçberan a Filistînê ragihand, ew bi tundî êrîşên Îranê yên ku Herêma Kurdistanê kirine armanc, şermezar dikin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin: "Ev êrîş binpêkirineke aşkere ya serweriya Komara Iraqê ye û derketina ji bingehên hiqûqa navdewletî ye. Ev kiryar ewlehî û aramiya navçeyê dixe bin metirsiyê."
Herwiha Filistînê hevxemî û piştgiriya xwe ya tam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser parastina serweriya xaka Iraqê kir.
Sûriye: Divê rêz li serweriya welatan were girtin
Ji aliyê din ve, Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de êrîşên Îranê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê, Kuweyt, Oman, Behreyn û Urdunê şermezar kirin.
Wezareta Sûriyeyê destnîşan kir, bikaranîna dron û mûşekan li dijî van welatan, binpêkirina serweriyê û gefeke rasterast e li ser ewlehiya navçeyê. Sûriyeyê daxwaz kir ku rêz li yekparçeyiya xaka welatan bê girtin û herêm ji aloziyên bêtir were parastin.