Li Luxembourgê hejmarek zarok beşdarî xuleke fêrbûna zimanê kurdî bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Luxembourgê, merasîmeke taybet ji bo dabeşkirina bawernameyên fêrbûna zimanê Kurdî hat lidarxistin. Hejmarek zarokên Kurd ên niştecihên Luxembourgê, piştî salekê ji perwerdeya zimanê dayikê, serkeftina xwe pîroz kirin.
Li paytexta welatê Luxembourgê, ziman û çanda Kurdî careke din hatin zindîkirin. Rêxistina "Roj-Lux" bi hevkariya mamosteyên dilsoz, kurseke salane ya fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî bidawî kir. Di merasîmeke bi heybet de ku nûnerên fermî û malbat tê de amade bûn, bawername dan zarokên serkeftî.
Di merasîmê de girîngiya parastina zimanê dayikê li xerîbiyê hat destnîşankirin. Hiwa Melazade, wekî bavekî ku zarokên wî beşdarî kûrsê bûne, hestên xwe wiha anî ziman: "Ji bo me malbatên li Ewropayê, fêrbûna zimanê Kurdî ji bo zarokên me gelekî girîng e. Ziman nasname ye; eger ziman nebe, mirov nayê naskirin. Divê zarokên me bi nivîs û xwendinê zimanê xwe biparêzin."
Serpereştiyarê merasîmê Bozan Ehmed derbarê hûrguliyên kursê de agahî dan û diyar kir ku 5 mamosteyan di tevahiya salê de dersên Kurdî pêşkêş kirine. Ehmed got: "Armanca me ne tenê fêrbûna tîpan e, lê belê avakirina peywendiyeke xurt a zarokan bi çand û raboriya wan re ye."
Her wiha, mamosteyê zanîngehê Amir Tahir bal kişand ser pêwendiya di navbera ziman û kesayetê de û got: "Kurdekî ku zimanê xwe nizanibe, çawa dikare xwe wekî Kurd bide naskirin? Ev kurs bingeha kurdbûnê di dilê zarokan de xurt dikin."
Berpirsê Konsulxangeriyê li Nûnertiya Hikûmeta Herêmê li Fransayê Rewez Dilawer di merasîmê de amade bû û got: "Wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, em giringiyeke taybet didin fêrbûna zimanê Kurdî û lêkolînên li ser çanda me li dervayî welat. Parastina zimanê dayikê ji bo nifşên nû erkê me yê neteweyî ye."
Merasîm bi stranên Kurdî, kincên neteweyî û kêfxweşiya zarokan bidawî bû. Ev pêngav wekî mînakeke serkeftî ya parastina nasnameya Kurdî li navenda Ewropayê hat nirxandin.