Mesrûr Barzanî: Ti hincet ji bo êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji partiyên siyasî kir ku di pêkanîna hikûmeta nû û çalakkirina parlamentoyê de lezê bikin. Herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne parçek ji şerên herêmî ye û aştiyê dixwaze.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Tîrmeha 2026an di merasîmeke taybet de projeya stratejîk a ava Balinda-Barzan vekir. Ev projeya mezin ava vexwarinê ya paqij ji bo 53 gundên sînorê Mergasor, Xelîfan û Akrê dabîn dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de ronahî xist ser giringiya projeyê, parastina jîngehê, rewşa navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê. Her wiha peyamên tund û zelal dan aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi temambûna vê projeyê anî ziman û diyar kir ku her çend kevirê bingehîn di sala 2013an de hatibe danîn jî, ji ber krîza darayî, şerê DAIŞê û pandemiya Koronayê karên wê hatibûn rawestandin. Serokwezîr got: "Di sala 2022an de me biryara cîbicîkirina wê da û îro bi serkeftî bi dawî bû. Hikûmeta me dê berdewam be li ser avakirina projeyên bi vî rengî, da ku ava paqij bigihîje her malekê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku di bikaranîna avê de zêdegaviyê nekin û avê bi fîro nedin. Her wiha pesnê çanda resen a devera Barzanê ya di warê parastina jîngehê de da û hêvî xwest ku parastina daristan û ajalên kûvî li seranserî Kurdistanê bibe çandeke giştî.

Derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn de, Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze bibe parçek ji ti şer û aloziyan. Herwiha tekez kir: "Herêma Kurdistanê ji bo ti aliyan ne gef e, lewma nabe bê ti hincet û bihane bibe armanc."

Serokwezîr tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî dide hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Elî Zeydî. Herwiha daxwaz kir ku Bexda bêyî tu cudahiyan destûrê cîbicî bike û mafên xelkê Kurdistanê bide, da ku li welat aramî û îstîkrar pêk were.

Di dawiya gotara xwe de, Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li ser derengketina pêkanîna hikûmeta nû û çalakkirina parlamentoyê anî ziman û daxwaz ji partiyên siyasî kir ku rêzê li vîna gel bigirin û di zûtirîn dem de parlamentoyê çalak bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku PDK rêz li dengê gel girtiye û ji bo her pêngavekê amade ye. Herwiha bang li aliyên din kir ku berjewendiyên giştî bixin ser berjewendiyên kesî û nehelêjin parlamento bibe barimteya daxwazên siyasî.