CENTCOM: Me dest bi pêleke nû ya êrîşên li ser Îranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, li ser fermana rasterast a Serokê Amerîkayê, wan dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li dijî armancên serbazî li nav Îranê kiriye.
CENTCOMê îro yekşemê (19ê Tîrmeha 2026an) ragihand, firokeyên şer ên Amerîkayê dest bi bombebarankirina çendîn xalên serbazî li nav axê Îranê kirine.
CENTCOMê destnîşan kir, ev operasyon "saziyeke tund" e ji bo Supaya Pasdaran ê Îranê û wekî bersivekê tê ji bo êrîşên şeva borî yên li ser serbazên Amerîkî yên li welatê Urdinê. Washington dibêje ku ev êrîş ji bo "lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo metirsiya li ser keştevaniya navdewletî li Tengava Hurmizê" hatine kirin.
Li gorî medyaya Îranê, saet di 01:30ê berbangê de li çendîn bajar û herêmên Îranê dengê teqînên mezin hatine bihîstin. Deverên ku hatine bombebarankirin, bajarê Sîrîkê, bender Ebbas, Bender Lênge û parêzgeha Xuzistanê ne.
Sedema sereke ya vê hêrsa Amerîkayê, êrîşa şeva şemiyê ya li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdinê bû. CENTCOMê ragihandibû ku di encama êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê de, 2 serbazên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane, serbazek winda bûye û 4 serbazên din jî birîndar bûne.