Trump: Peymana Îslamabadê ber bi hilweşînê ve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din destnîşan kir, armanca sereke û bingehîn a welatê wî di şerê niha de ew e ku "bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwedî çeka atomî."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku Îranê ragihand ku wan pabendbûna xwe ya bi peymanên ewlehiyê re rawestandiye, di hevpeyvîneke televîzyonî de bi kanala "NewsNation" re axivî. Trump derbarê biryara Îranê de got: "Ew bi ti awayî ji bo min ne giring e."
Trump bal kişand ser kuştina du serbazên Amerîkî yên li Urdinê û ew bûyer wekî "karekî pir diltezîn" pênase kir. Trump di berdewamiya axaftina xwe de careke din wekî "xeta sor" a welatê xwe destnîşan kir ku ew ê her demê li dijî wê yekê bin ku Îran nebe xwedê çekê atomî.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh 17ê Tîrmehê ragihandibû, di dema bersivdana êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê de li ser Urdinê, 2 serbazên wan hatine kuştin, serbazek winda bûye û 4 serbazên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî, Washington tawanbar kir ku "hemû bendên hevtêgehiştina Îslamabadê" binpê kirine. Xerîbabadî got: "Ji ber ku Amerîkayê sozên xwe bi cih neanîn, me jî hemû pabendiyên xwe rawestandine û niha em tenê di rewşa parastina xaka xwe de ne."
Roja 17ê Hezîrana borî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji bo rawestandina şer peymaneke demkî îmze kiribûn. Lê belê ev peyman di 7ê Tîrmehê de, piştî ku Îranê êrîşî çend keştiyan li Tengava Hurmizê kir û Amerîkayê jî bi êrîşên asmanî bersiv da, bi awayekî kirdarî bidawî bûye.