Şaredariya Peyasê ji bo kesên temenmezin ên bi tenê dijîn xizmetê dibe malê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Peyasê ya Diyarbekirê bo kesên bi tenê dijîn û xwedî pediviyên taybet in xizmetek watedar peşkeş dike. Her welatiyek bi tenê dijî xwedî çîrokek xembar û dilsoj e û li bendê ne ku xwedî li wan were derketin û xwe wek endamekî malbata civakê bibînin. Welatiyên ku li malê bi tenê ne, ji pêşkêşkirina xizmetan keyfxweş in û li hember rastiyên tund ên jiyanê û hember astengiyan ber xwe didin.
Şaredariya Peyas a navçeya navendî ya Diyarbekirê xizmetek ciyawaz û watedar pêşkêşî welatiyan dike ku dikare bo hemû şaredariyan bibe mînakek balkêş. Beşa Xizmetên Nêrîna Li Malê ya Şaredariya Peyasê pêdiviyên kesên li malê bi tenê dijîn an jî astengdar in dabîn dike û vê yekê di qada tendirustî, paqijî û pêdiviyên rojane de peşkeş dike û rayedarên şaredariya Peyasê didin zanîn ku kesên bixwazin ji vê xizmetê sûdê werbigrin dikarin serî li wan bidin.
Berpırsa Beşa Xızmetên Nêrîna li Malê ya Şaredariya Peyasê Tuba Guzel Erdem ji Kurdistan24ê re got: “Em 3 beşan de ximzetan peşkeş dikin, tendirustî, paqijî û traş. Em bi nexweşxaneyan re bi awayeke hevaheng dişixulin, kesên bixwazin sûdê ji van xizmetan bistînin dikarin bi daxwaznameyê serî li şaredariyê bidin. Kesên nava navçeya peyasê de ne dikarin serî lê bidin.”
Her welatiyek ku bi tenê dijî xwedî çîrokek xembar e ku Fatma Peker a 75 salî 6 sal in ji ber ku hevjînê wê wefat kiriye bi tenê dijî, Hacî Ekrem Erdogan ê 100 salî xwedî 7 zarokan e û ji 100î zêdetir nevi û nevîçirkên wî hene bi tenê dijî, Îsmet Demîr ê ku 50 salan hostetiya temîra erebeyan kiriye 10 roj berê ji ber nexweşiya penceşêrê ji lingek xwe buye û niha hember şert û mercên giran û dijwar ên jiyanê li ber xwe dide û xizmeta pansumanê distîne.
Fatma Peker: “Min berê dikari, ez niha nikarim kar bikim, şukur bo vê rewşê jî, spasiya şaredariyê dikim.”
Îsmet Demîr: “10 roj berê ez emeliyat bum, linge min jê kirin, zarokan serî li vê xizmetê da, baş e, spasiya şaredariyê dikim.”
Hacî Ekrem Erdogan: “Hevjîna min 6 sal berê mir, berê makîneya min hebu min dikarî xwe traş kim, lê niha nikarim.”
Rayedarên şaredariya peyasê balê dikêşin ku her çiqas gelek mirovên bi tenê dijîn hebin jî bi awayeke giştî civak malbateke mezin e û berpirsiyariya hemu endamên vê malbatê ye ku bo pêdiviyên welatiyan bibin bersiv.