Fesla Yûsif êrişên li ser koçberên vegeryayî yên Serê Kaniyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Meclîsa Gel a Sûriyeyê Fesla Yûsif êrişên li dijî koçberên vegeriyayî yên Serê Kaniyê şermezar kir. Yûsif destnîşan kir ku vegera koçberan mafekî rewa ye û parastina can û malê wan berpirsiyariya saziyên ewlehiyê ye.

Endama Meclîsa Gel a Sûriyeyê Fesla Yûsif îro 10 Tebaxê derbarê êrişên ku li dijî hinek malbatên vegeriyayî yên bajarê Serê Kaniyê pêk hatine, daxuyaniyek belav kir. Yûsif ew êriş û astengiyên ku nahêlin koçberên vegeriyayî bikevin nav malên xwe bi tundî şermezar kir. Ev daxuyaniya Yûsif hevdemî destpêkirina proseyê vegera koçberan e ku piştî 7 salan ji awarebûnê vedigerin ser mal û milkên xwe.

Fesla Yûsif tekez kir, parastina kesên vegeriyayê û dabînkirina zemîneke ewle û aram, erkê bingehîn ê dezgehên ewlehiyê ye û got, divê silamehiya welatiyan û mal û milkên wan bi her awayî were parastin. Herwiha Yûsif bang li hemû aliyan kir ku xweragir bin û nekevin nav xefka tevliheviyan ku armanc jê têkdana aramiya herêmê ye.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Fesla Yûsif hişyarî da ku ev bûyerên dawî neyên bikaranîn ji bo derxistina fitneyê û kûrkirina dubendiyê di navbera niştecihên herêmê de. Tekez kir jî, vegera koçberan mafekî yasayî ye û divê ev maf di pratîkê de bi rêzgirtina li mafên hemû welatiyan were nîşandan.

Fesla Yûsif di dawiyê de hêviya xwe anî ziman ku vegera xelkê Serê Kaniyê, bibe destpêka dawîhatina êş û azarên heft salan û wiha got: "Em hêvî dikin ev prose bibe sedema aramiyê, ne ku bibe sedema vekirina birînên nû di nav civakê de."