Ocalan: Nabe êrîşê Herêma Kurdistanê bê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Tirkiyeyê naveroka civîna dawiyê ya Abdullah Ocalan û şanda Îmraliyê belav kir; Rêberê girtî yê PKKê li dijî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê rawestiyaye û li ser arasteya pêvajoya aştiyê hişyarî daye.
Medyayên Tirkiyeyê naveroka civîna dawiyê ya Rêberê zindankirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û şanda Îmraliyê belav kirin. Her çend ev agahî ne fermî bin jî, ji aliyê DEM Partiyê û şanda Îmraliyê ve nehatine redkirin.
"Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin"
Di pareka axaftina xwe de, Ocalan nerazîbûna xwe ya tund li hember êrîşên Îranê û komên çekdar ên Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê diyar kiriye û tekez kiriye: “Nabe Îran êrîşî Herêma Kurdistanê bike.” Her wiha daye zanîn jî ku ew komên çekdar ên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin ew in ên ku red dikin çekên xwe radestî dewleta Iraqê bikin, hişyarî jî daye ku “Îran dixwaze piştî Iraqê, Sûriyeyê jî kontrol bike.”
"Heke pêvajo bi ser nekeve, serhildan dê dest pê bike"
Li ser pêvajoya aştiyê, Ocalan eşkere kiriye ku bi bicihanîna qanûna çekdanînê re, 3 hezar û 900 kes dê mifadar bin. Lê tekez kiriye û hişyarî jî daye ku “heke pêvajoya aştiyê bi ser nekeve, Kurd dê dîsa dest bi serhildanê bikin û Tirkiye dê rûbirûyî zirarên mezin bibe.”
Li hember rexne û tohmetên ku li dijî wî dihên kirin, Ocalan got: “Min tohmetbar dikin ku min Kurd firotine, lê nexêr min Kurd nefirotine; berevajî wê, ez daxwaza biratiya rastîn a navbera Kurd û Tirkan dikim. Ev ne tawan e û ne firotin e.”
Li dawiyê jî, Rêberê PKKê daxwaz ji serkirdetiya DEM Partiyê û Qendîlê kiriye ku her demê pêvajoya aştiyê li gorî xwesteka wan bi rê ve neçe, bila penaya xwe bo alozî û çêkirina tevliheviyan nebin.