CNN: Piştî şerê Îranê, Amerîka hêzên xwe li Rojhilata Navîn kêm dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên ku ji saziyên serbazî û îstîxbaratî yên Amerîkayê derketine, Pentagon amadekariyan dike ku hejmara leşker û binkeyên xwe yên li navçeyê kêm bike. 

Televîzyona CNN li ser zarê çend çavkaniyên agahdar ragihand, artêş û saziyên îstîxbaratî yên Amerîkayê niha gotûbêjan li ser kêmkirina hebûna xwe ya serbazî li Rojhilata Navîn dikin. Hat diyarkirin ku ev gotubêj hîn di asta nefermî de ne, lê amadehiya berpirsên serbazî nîşan didin ku xwe li gorî guherîna siyaseta derva ya Washingtonê amade dikin.

Niha li Rojhilata Navîn nêzîkî 50 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Herwiha du keştiyên firokehilgir ên mezin, zêdetirî 12 keştiyên şer ên mûşekavêj û gelek efserên CIA’yê ji ber şerê bi Îranê re li navçeyê hatine bicihkirin.

Amerîka di heman demê de, lêkolînê li ser parastina binkeyên xwe yên li navçeyê dike. Ji ber metirsiya êrişên mûşekî û dronan, Amerîka plan dike ku hinek binkeyên xwe yên serbazî veguhastine bin erdê.

Jêderan diyar kir ku şerê dawî yê bi Îranê re, lawaziya binkeyên Amerîkayê yên li Behreyn, Qeter, Siûdiye û Kuweytê derxistiye holê. Binkeyeke CIA’yê ya li Riyadê di encama êrişên Îranê de bi temamî wêran bûye.

Berpirsên Pentagonê naxwazin hinek amûr û binkeyên ku di şer de zirar dîtine nû bikin, ji ber ku lêçûna wan gelekî zêde ye. Di şûna wê de, eger heye ku leşker û amûrên serbazî li hundirê Amerîkayê bimînin û tenê di dema pêwîst de ji bo erkên taybet bişînin herêmê.

Pentagon dixwaze welatên Kendavê û hevkarên herêmî di parastina herêmê de berpirsiyariyên zêdetir bigirin ser xwe. Di vê çarçoveyê de, Serokê Operasyonên Deryayî yê Amerîkayê Daryl Caudle diyar kir ku di demeke nêz de, hêzên wan venagerin baregeha xwe ya sereke ya li Behreynê, ku navenda Keştiyê Pêncemîn a Amerîkayê ye.