Rapirsîna ASAL’ê: %58’ê dengderên li Tirkiyeyê piştgirî didin pêvajoya aştiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rapirsiyeke nû ya Kompanyaya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya ASAL’ê, piraniya dengderên li Tirkiyeyê bi çavekî erênî li pêvajoya nû ya aştiyê dinêrin.
Kompanyaya ASAL’ê ya ku navenda wê li Enqereyê ye, encamên rapirsiya xwe ya dawî ya derbarê pêvajoya çareserî û aştiyê de, bi raya giştî re parve kirin. Rapirsiya ku di navbera 5-10’ê Tebaxê de li 26 parêzgehan bi beşdariya 2 hezar kesan hatiye kirin, nîşan dide ku di nava civakê de hêviyên ji bo aştiyê bilind in.
Li ser pirsa "Nêrîna we ya giştî derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror de çi ye?", beşdaran bi van rêjeyan bersiv dan:
- Erênî: %58,1
- Nerênî: %35
- Nêrîna min nîne: %6,9
Piştgiriya herî zêde ji DEM Partî û AK Partiyê ye
Dema mirov li gorî tercîhên siyasî li encaman dinêre, tê dîtin ku alîgirên DEM Partî û AK Partiyê di serê lîsteya piştgiran de ne. Rêjeya piştgiriya alîgirên partiyan wiha ye:
- DEM Partî: %85,7
- AK Partî: %82,2
- MHP: %74
- CHP: %48,6
- YENİ Parti: %42,5
- İYİ Parti: %20,9
Ev daneyên ASAL’ê nîşan didin ku tevî nakokiyên siyasî yên li ser asta serokatiya partiyan, di nav bingeha dengderên DEM Partî, AK Partî û heta MHP’ê de hevdengiyeke xurt ji bo piştgirîkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.