Rubio: Em ê keştiyên petrolê yên Îranê têk bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hişyariyeke tund da Îranê derbarê berdewamiya hewldanên wê yên ji bo armancgirtina keştiyên deryayî yên Amerîkayê û tekez kir ku her gava Tehran hewleke wiha bide, Washington dê bi wêrankirina keştiyên petrolê yên Îranê bersivê bide.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 9ê Îlona 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya bo Kolombiyayê de ji rojnamevanan re ragihand: "Îran li ser hewldanên xwe yên ji bo lêdana keştiyên deryayî yên Amerîkayê berdewam e. Her gava ku ew vî karî bikin yan hewl bidin bikin, dê keştiyên xwe yên hilgirên petrolê jidest bidin."
Ev daxuyaniyên Rubio hevdem e ligel daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ku tê de ragihandibû, hêzên wan 5 tankerên petrolê yên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve jinav birine. Destnîşan kir jî, ev pêngav di bersiva êrîşên mûşekên balîstîk de hatiye avêtin, ku Îranê di du rojên borî de li dijî keştiyeke şer a Amerîkayê pêk anîbûn.
CENTCOMê li ser tora civakî ya Xê da zanîn, keştiya wan a şer bi serkeftî karîbû xwe ji wan êrîşan biparêze û bêyî ti ziyaneke canî ya di nav tîma keştiyê de, li ser erkên xwe yên meydanî berdewam e.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê aşkere kir, hêzên wan duh 8ê Îlonê li Kendava Umanê 4 tankerên petrolê yên bi navên "Kafiz", "Sharminar", "Horizon 1" û "Risku" kirine armanc; her wiha tankereke din jî bi navê "Derya" li nêzîkî Girava Xargê hatiye têkbirin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Îranê ev keştî di çarçoveya toreke nehênî ya bi qebareya bi milyaran dolaran de bikar dianîn. Amerîka Tehranê tohmetbar dike ku ew dahata vê torê ji bo dabînkirina darayî ya Supaya Pasdaran û milîsên ser bi xwe ve li Rojhilata Navîn bikar tîne.
Fermandariya Navendî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ti rê û şiyana Îranê nemaye ku karibe berevaniyê li wan keştiyan bike.