Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê bi serperştiya Cîgirê Admîral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Bergiriya Brîtaniyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, kir.
Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtaniyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, dîtin û nerîn li ser pêşveçûn û guhertinên ewlehiyê yên dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev hatin guhertin.
Her du alî li ser giringiya zêdetir pêşxistina peywendiyên dîrokî û hevahengî û harîkariya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê hevnerîn bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û harîkariya Şanşîna Yekgirtî û hêzên hevpeymanan bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabînaya nû ya hikûmetê û çareserkirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingehê rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî pareke dî ya danûstandinan bû.