Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir

Serok Barzanî û Edward Ahlgren
Serok Barzanî û Edward Ahlgren

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir; di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya deverê hatin nîqaşkirin û şanda mêvan sersaxî li Serok Barzanî kir.

Serok Mesûd Barzanî êvara îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtaniyayê bi serokatiya Cîgirê Admîral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtaniyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, kir.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku di wê civînê de, ku Konsula Giştî ya Brîtaniyayê Holly Tiar jî tê de amade bû, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniya Brîtaniyayê sersaxî li Serok Barzanî kir, ji ber koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî. Herwesa rêz û hurmet ji bo rolê dîrokî û bibandor ê Serok Barzanî di avakirina aramî û bihêziyê de bo Herêma Kurdistanê hebûn.

Di pareke dî ya wê civînê de, dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û ewlehî ya deverê, astengiyên li beranberî Îraq û deverê di qonaxa paşerojê de, û herwesa proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê li hev hatin guhertin.