Hilbijartnên giştî yên Parlamentoya Swêdê hatin destpêkirin; 150 kandîdên Kurd pişkdar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro proseya dengdana giştî bo belavkirina kursiyên Parlamento, Herêm û Şaredariyên Swêdê hat destpêkirin; nêzîkî 150 kandîdên Kurd jî li ser lîsteyên partiyên cuda cuda tevlî vê proseyê bûne.

Li gorî zanyarên peyamnêra Kurdistan24ê li Swêdê Aware Hawramî, îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, saet 08:00 ê sibehê bi dema Ewropayê, dergehên 6 hezar û 312 bingehên dengdanê li seranserî wî welatî li ber dengderan hatin vekirin. Ev jî piştî ku di 26ê Tebaxê de proseya dengdana pêşwext hatibû destpêkirin, ku heta duhî saet 14:00 ê piştî nîvroyê, 3.5 milyon welatiyan dengê xwe yê pêşwext dabû.

Li seranserî Swêdê ji tevahiya 10 milyon û 613 hezar û 531 şêniyên Swêdê li 21 herêman, nêzîkî 8 milyon û 600 hezar kesan xwedan mafê dengdanê ne. Biryar e encamên destpêkê saet 23:30 bi dema Kurdistanê bêne ragihandin.

Niha di Parlamentoya Swêdê de 8 partî amade ne, ku ev in:

- Partiya Sosyal Demokrat

- Demokratên Swêdê 

- Nermrê

- Partiya Çep 

- Partiya Navend 

- Partiya Jîngehê

- Partiya Lîberal

- Partiya Demokratên Krîstiyan 

Niha sê partî di desthilatê de ne (Nermrê, Demokratên Krîstiyan û Lîberal), bi piştevaniya partiya "Demokratên Swêdê" û Serokwezîrê Swêdê ji Partiya Nermrê. Di helbijartina borî de Sosyal Demokrat xwedanên 107 kursiyan bûn di parlamentoyê de.

Aliyekê din ê giring ê vê gera hilbijartinan tevlîbûna Kurdan e, ku nêzîkî 150 kandîdên Kurd li ser lîsteyên partiyên cuda cuda hene. Pişka zêde ya Kurdan berê xwe daye Partiya Sosyal Demokrat (Partiya Karkeran), ku piştevaniya doza Kurd dike. 

Sala borî 6 endamên Kurd di Parlamentoya Swêdê de hebûn, û di vê gera hilbijartinan de jî du kandîdên Kurd hene; Lawîn Rêdar (hejmar 2) û Qadir Kesêlge (hejmar 5) di rêzbendiya yekê ya vê partiyê de ne û serkeftina wan misoger e.