Lavrov: Em piştgiriyê didin damezrandina dewleta serbixwe ya Filistînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov rexneyên tund li welatên Rojava û desthiladdarên Ukraynayê girtin û ragihand ku Rojava saziyên navdewletî bo meremên siyasî li dijî Moskovayê bi kar tîne. Herwiha tekez kir ku Kiyêv di planên xwe de şikestiye û Moskova bindestkirina saman û serwetên xwe li Ewropayê qebûl nake.
Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, diyar kir ku dadgehên navdewletî jî itîraf kiriye ku şêniyên devera Donbasê ne terorîst in, lê li hember wan wêrankarî û binpêkirinên ku ji aliyê Ukrayniyan ve li dijî wan hatine kirin, wan bêdengî hilbijartiye.
Wezîrê Derva yê Rûsyayê ron jî kir ku welatên Rojava bi biryarên Dadgeha Navdewletî razî nabin û hemî bizavên ji bo wê yekê ne ku zextên xwe li ser Rûsyayê zêdetir bikin.
Di pareke din a axaftina xwe de, Lavrov behsa dorpêçên li ser nîvgirava Kirîmiyayê kir û got: “Ukraynayê ji aliyekî din ve dorpêç xistiye ser nîvgirava Kirîmiyayê, lê niha rejîma Kiyêvê tiştek bi dest nexistiye û şikestiye.
Wezîrê Derva yê Rûsyayê Brîtanya û Almanya bi destpêkirina kempeyneka berfireh a medyayî li dijî Rûsyayê tohmetbar kirin û ragihand: “Welatên Rojava hemî rêxistinên navdewletî siyasî kirine, heta Dadgeha Tawanan a Navdewletî jî bêyî ti belgeyekê wekî karteke zextê li dijî Rûsyayê hate bikaranîn.”
Di derheqa astengkirin saman û serwetê welatê xwe li Ewropayê jî, Sergey Lavrov hişyarî da û tekez kir: “Çêtir e ku Ewropayî pereyên Rûsyayê asteng nekin û bo cihên din veguhêzin, ji ber ku em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.”
Li ser aloziyên Rojhilata Navîn jî, Wezîrê Derva yê Rûsyayê helwesta Moskovayê tekez kir û ragihand ku Rûsya di pirsa Rojhilata Navîn de bi temamî piştgiriya avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê dike.