Li Kirmanşanê pêşangeheke pîşesaziya timbêlan hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bazarekê de, ku kirîna asayîtirîn timbêl nêzîk e bibe xewn, li Parka Şahidê ya Kirmanşanê Gera 16ê ya Pêşangeha Pîşesaziya Timbêlan dest pê kir; 40 yekeyên hilberînê ji çar parêzgehan hatine, di demekê de ku xema serekî ya xelkê bilindbûna berdewam a nirxê timbêlan an jî xerciya çêkirina wan e, ev pêşangeh derfetek e bo wê yekê ku fêr bibin parçeyên resen û saxte ji hev cuda bikin.

Mêhrad Bak, ku xwediyê kompaniyekê ye, got: “Xelk li vê derê fêr dibin ku parçeyên resen bikirin û ji saxteyan dûr bin. Her timbêlek pênc salan baş kar dike û paşê pêdiviya wê bi çêkirina motora wê û pişkên din heye, ev pêşangeh derfetek e bo wergirtina wê şarezayiyê.”

Ev nîgeranî di demekê de ye ku cezayên Amerîkayê li ser heşt kompaniyên mezin ên hilberînerên timbêlan û pênc dabînkerên derve bazar rûbirûyî giraniyeke xeyalî kiriye û şiyana kirînê ya xelkê bi tundî daxistiye.

Tenê di dema yek rojê de, nirxê ''Atlas Otomatîk'' 470 milyon tumanan bilind bûye û gihîştiye du milyar û nîvan, ku %73 ji nirxê kargeha girantir e. Herwesa modelên Tara, Dena Plus û Peugeot 207 gihîştine di ser 2 milyar û 800 milyon heta 3 milyar û 750 milyon tumanan de, heta Sayna û Quickê jî ji sînorê milyarek û 600 milyonan derbaz bûye.

Nûnerê Kompaniya Hawirdekar Mehdî Yarî jî got: “Başiya vê pêşangehê ew e ku welatî rasterast digehine hawirdekeran. Kompaniya me li devera azad a Qesra Şîrîn kar dike, ev pişka xelkê parêzgeha Kirmanşanê ye û em hêvîdar in feydeyî jê bibînin.”

Di demekê de ku cezayan hawirde û hinardeyên asayî sînordar kirine, bo cara yekê pênc kompaniyan bi rêya devera azad a Qesra Şîrîn timbêlên biyanî nîşan dane. Herwesa pîşesazên navxweyî jî bi çêkirina bingehên parvekirinê li vê devera sînorî dixwazin bandora dorpêçan û xerciya veguhastinê kêm bikin.

Nûnerê kompaniyên parçesaz Wehîd Weysî jî got: “Em nûneriya 150 kompaniyên parçesaz dikin. Kompanî dikarin li devera azad a Qesra Şîrîn embar û pişka xizmetkariyan vekin, daku parçe bi lez û bi kêmtirîn xercî bigehin bazarê.

Pêşangeha Kirmanşanê derfetek e bo peydakirina parçeyên resen lê di rewşekê de ku ji bo kirîna sadetirîn modela navxweyî jî bi milyaran tuman lazim in, bazar di navbera cezayên Waşintonê û lawaziya berîka welatiyan de li beranberî ezmûneke dijwar maye.