Serokwezîr projeyek li Zaxoyê vekir û kevirê bingehîn ê projeyeke din jî danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2026an, li Zaxoyê projeya mezin a "Golden Global Development" vekir û kevirî bingehê yê projeya "Motorplex Iraq" danî.

Ev proje şaxa sereke ya belavkirin û firotina otombêlên markeya navdewletî ya "Nissan"ê ye, ligel navendeke pêşkeftî ya perwerdekirin û rahênana karmendan bo seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Li gorî zanyariyan, mehane bi rêjeya nêzîkî 2 hezar otombêlên Nissan bi rêya Deriyê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl digihin vê navendê û ji wir ve ber bi parêzgeh û bajarên cuda yên Iraqê tên belavkirin. Ev pêngav giringiyeke mezin dide pêgeha stratejîk a bazirganî ya devera Zaxoyê.

Têçûna giştî ya projeyê digihîje 20 milyon û 155 hezar dolaran ku di heyama sê salan de hatiye cîbicîkirin. Proje zêdetirî 400 derfetên kar bo hêza kar û ciwanên herêmê peyda dike. 

Projeya "Motorplex Iraq"

Têçûna vê projeyê digihîje 15 milyon dolaran û li ser rûberê 89 donim erd tê avakirin.

Proje dê bibe komplekseke werzişî û geştiyariyê û ji çend beşan pêk tê; di nav wan de mûzexaneya otombêlan, qada pêşandana pêşbirkên otombêlan, çêkirina cihê testkirina otombêlan û xwaringeheke vekirî. Herwiha ev proje dê bibe sedema afirandina bi dehan derfetên kar bo ciwan û şêniyên deverê.