PKK piştgiriyê dide lihevkirina di navbera YBŞ û Bexdayê de
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê NPGê Murad Karayilan piştevaniya xwe bo danûstandinên navbera YBŞê û Hikûmeta Îraqê nîşan da, daku ew hêz bibe parek ji sîstema ewlehiyê ya fermî ya Îraqê li Şingalê.
Endamê Fermandariya Navendî ya Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan ragihand ku danûstendin û lihevkirina di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Hikûmeta Îraqê de ku bibin parek ji hêzên fermî pêngaveka "guncayî û durist e".
Murad Karayilan di peyamekê de amaje bi wê yekê kir ku ew haydarî wan danûstandinan in ên ku di navbera Fermandariya YBŞê û Bexdayê de bi rê ve diçin, bi merema wê yekê ku ew hêz wekî hêzeka fermî û xwecihî ya îtîrafpêkirî bo parastina Şingalê bimîne.
Navborî piştgiriya xwe bo wê pêngavê diyar kir û ron kir ku eger hêzên YBŞê tevlî nav çarçoveya hêzên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê bên kirin û wekî hêzeka xwecihî erkê parastina deverê pê bê spartin, dê biryareke guncayî be bo misogerkirina ewlehiya deverê.
Wî berpirsê PKKê amaje bi wê yekê jî da ku lihevkirineka bi vî rengî dê rola xwe di rêgirtina li dubarebûna her metirsî û komkujiyeke nû li dijî pêkhateya Êzidî li Şingalê de hebe.