18 gorên bikom li Şingalê tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Birêvebirê Gorên Bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re ragihand ku 18 gorên din ên bikom ên qurbaniyên destê DAIŞê li Şingalê bo vekirinê amade ne û bo vê meremê jî şandeke Herêma Kurdistanê hefteya bê serdana Bexdayê dike.
Birêvebirê Gorên Bikom li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê eşkere kir ku tevaya wan gorên bikom paşmayiyên tawan û êrişên terorîstî yên DAIŞê bo ser devera Şingalê ne, û niha jî di qonaxa yekê de 18 gor bi temamî hatine amadekirin daku proseya vekirina wan bê destpêkirin.
Birêvebirê Gorên Bikom amaje bi wê yekê jî kir ku lihevkirina temam di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li Bexdayê de hatiye kirin, daku tîmên her du aliyan bi awayekî hevpar dest bi proseya vekirina wan goran bikin.
Bo avêtina vê pêngavê û diyarkirina dem û awayê karkirina meydanî ya tîman, biryar e ku di serê hefteya bê de şandeke Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan serdana Bexdayê bike daku rêkarên hunerî û qanûnî ligel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Îraqê bêne yekalîkirin.
Di dema êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser qezaya Şingalê li Tebaxa 2014ê de, bi sedan tawanên komkujiyê li dijî Êzidiyan hatine kirin û bi dehan gorên bikom li wê deverê mane, heta niha jî proseya vekirin û naskirina rufatên qurbaniyan bi rêya pişkinîna DNAyê berdewam e, daku bi awayekî hejî bi axa welat bêne spartin.