Qalîbaf: Amerîkiyan bi dengê xwe ji şer re got 'na'

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Îranê ragihand, welatiyên Amerîkayê di hilbijartinên navberê de bi riya dengên xwe ji şer re gotiye "na" û ew jî piştgiriyê didin vê helwesta wan.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê peyamek belav kir û bal kişand ser encamên hilbijartinên navberê yên Amerîkayê. Qalîbaf di peyama xwe de got: "Welatiyên Amerîkayê bi riya dengdanê ji şer re gotin 'na' û ev helwest cihê piştgiriya me ye; çi sedema wê wijdan be û çi jî giraniya lêçûnên jiyanê be."

Qalîbaf di berdewamiya axaftina xwe de hişyarî da rêveberiya Koşka Spî û got: "Eger hikûmeta Amerîkayê îradeya giştî ya xelkê piştguh bixe û li gorî berjewendiyên rêveberên bacgir ên navdewletî tevbigere, dê rûbirûyî encamên nexwastî bibe. Ev rewş dê bibe sedem ku ev 'na'ya Amerîkiyan ji bo Washingtonê veguhere kabûsekê."

Ev daxuyaniya Qalîbaf di demekê de tê, duh 3’ê Mijdara 2026’an, hilbijartinên navberê yên Kongressa Amerîkayê hatin lidarxistin. Li gorî amarên herî dawî yên nefermî, encam bi vî rengî ne:

- Encûmena Nûneran: Ji koma 435 kursiyan, Demokratan heta niha 190 kursî û Komarparêzan 110 kursî bi dest xistine.

- Encûmena Pîran (Senato): Demokratan bi qezenckirina 52 kursiyan ji koma 100 kursiyan, piraniya Encûmenê misoger kirine.

- Parêzgarên Eyaletan: Di hilbijartina parêzgarên eyaletan de jî kandîdên Demokratan 24 kursî û yên Komarparêzan 13 kursî misoger kirine.