Konsulê Koreya Başûr hevxemiya xwe bo Hewlêrê diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re dixwaze û hevxemiya xwe ji wan re diyar dike.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Un Gyo Shim îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, peyameke hevxemiyê li ser tora civakî ya Facebookê belav kir û tê de dilgiraniya xwe ji ber lehî û karesata xwezayî ya Hewlêrê diyar kir.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê di peyama xwe de nivîsiye: "Ez ji dil xemgîn im, ji ber wê lehiya ji nîşkê ve ku Herêma Kurdistana Îraqê û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê vegirt."

Un Gyo Shim herwisa hevxemiya xwe ji ber wê karesatê diyar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyên wê re xwast û hêviya zû çarebûnê bo hemî zirardîtiyan xwest, herwisa hêviya zû vejîna Hewlêr û Herêma Kurdistanê bi giştî jî xwast.

Pêleke bihêz a baranê ji roja Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê ve deverên Herêma Kurdistanê vegirtin û di şeva Şemî, 7ê Mijdarê de gihîşt asta herî bilind. Barîna rêjeyeka gelek zêde ya baranê di demeke kurt de bû sedema çêbûna lehiyê li hejmareka tax û cadeyên bajarê Hewlêrê û astengiyeke zêde ji bo çûnûhatina welatiyan çê kir.

Li gorî amarên fermî, ji ber lehiyê du kesan li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da, ku yek ji wan Mistefayê 5 salî bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqî.

Ji bo parastina jiyana welatiyan û peydakirina derfetê bo tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina cadeyan, Parêzgeha Hewlêrê biryar da ku îro Yekşem, 8ê Mijdarê li hemî baxçe, dibistan û zanîngehan bêhnvedana fermî be. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevahiya tîmên rizgarkirin û qeyranan xistin rewşa amadebaşiyê ji bo alîkarîkirina lêqewimiyan û kêmkirina ziraran.