Rewşenbîrên Silêmaniyê hewlên cudakirina bajêr ji Herêma Kurdistanê red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek rewşenbîr û kesayetiyên diyar ên bajarê Silêmaniyê bi tundî hewlên ji bo cudakirina bajêr ji Herêma Kurdistanê red dikin û radigihînin ku ev gav li dijî destûr, xwîna şehîdan û berjewendiya gelê kurd e û tenê xizmeta ajandaya dagirker û dijminan dike.
Hejmarek rewşenbîr û kesayetiyên diyar ên bajarê Silêmaniyê derbarê kampanyaya komkirina îmzeyan û hewlên ji bo cudakirina parêzgeha Silêmaniyê ji çarçoveya Herêma Kurdistanê, helwest nîşan dan û bi tundî ew hewl red kirin.
Ferîq Reşîd: Hewlên parçekirina Herêmê biser nakevin
Rewşenbîr û kesayetiyê bajarê Silêmaniyê Mamosta Ferîq Reşîd ji Kurdistan24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê berhema xwîn, berxwedan, kîmyabaran û Enfala gelê kurd e û destûra Iraqê jî ew wekî qewareyeke serbixwe nas kiriye ku xwedî yasa û rêzikên xwe ye; lewma hewlên parçekirina Herêmê û cudakirina Silêmaniyê bi ser nakevin.
Mamosta Ferîq tekez kir ku cudakirina Silêmaniyê ne di berjewendiya milet, bajêr, xwîna şehîdan û mandîbûna Pêşmergeyan de ye, belkî hemû pirsgirêk dikarin bi rûniştin û têgihiştina hevdu werin çareserkirin. Wî berê xwe da kesên ku diçin navendên komkirina îmzeyan û got: "Li ser vê yekê bifikirin, ev kar ne xweş e; ji vê re nabêjin kurdayetî, belkî jê re dibêjin dijminatî."
Ehmed Arif: Pêdiviya Kurdistanê bi dewleteke ciwan heye, ne bi dabeşbûnê
Ji aliyê xwe ve, rewşenbîr û kesayetiyê Silêmaniyê Ehmed Arif daxwaz kir ku ne tenê Herêma Kurdistanê, belkî her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û dawî li cudakariya herêmî were anîn. Arif di vê derbarê de got: "Em kurd in û axa me jî Kurdistan e. Ev dabeşkirin û wêranî hemû li ziyana kurdan e û dijminên me pê kêfxweş in û amade ne alîkariya me bikin da ku em ne tenê bibin du herêm, belkî bibin çar herêm jî."
Arif amaje bi wê yekê jî kir ku pêdiviya Kurdistanê bi dewleteke ciwan heye ne bi dabeşbûnê û wiha pê de çû: "Ji ber ku em ne li hev in û me nikariye bibin yek û bibin xwediyê yek hizrê, niha em bi vî awayî birêve diçin."
Heme Kerîm Arif: Parçekirina Kurdistanê karê dagirkeran e
Hevdem rewşenbîr û kesayetiyê bajêr Heme Kerîm Arif hewldana ji bo cudakirina heta bajarokekî biçûk jî ji Kurdistanê, wekî karekî nerewa û nerast bi nav kir û ragihand: "Îcar bajarekî wekî Silêmaniyê ku dîroka hemû kurdan û tevahiya parçeyên Kurdistanê ye û heta berî avabûna wî jî dever her avadan bûye."
Heme Kerîm Arif hişyarî da ku her hewlek ji bo parçekirina beşê herî biçûk ê Kurdistanê dişibe karê dagirkeran û got: "Niha em dibêjin Kurdistan çar parçe ye, lê ew kesên ku xwediyê vê nêrînê ne bi destên xwe Kurdistanê dikin pênc parçe; ev yek qet karekî rewa û rast nîne û nêzîkî xiyanetê dibe."