Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaza diyarkirina endamên Komîsyona Şopandinê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, ji bo diyarkirina parlamenterên ku dê di Komîsyona Şopandinê ya di çarçoveya Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî de bên erkdarkirin, nivîsar ji komên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re şand.
Li gorî nota agahdariyê ya Serokatiya TBMMê, Kurtulmuş ji bo parlamenterên ku dê li gorî benda 5an a madeya 7an a Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî — ku di pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” de bi dengê 467 parlamenteran hatibû qebûlkirin — di “Komîsyona Şopandinê” de bên erkdarkirin, ji serokatiyên komên AK Partî, Yeni Parti, DEM Partî, MHP, CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Yeni Yol re nivîsarek şand.
Di nivîsarê de hat xwestin ku navên parlamenteran heta roja Duşemê, 30ê Mijdarê demjimêr 17:00an ji Serokatiya TBMMê re bên ragihandin.
Komîsyona ku dê bi giştî ji 19 endaman pêk bê, dabeşkirina parlamenteran dê bi vî awayî be: AK Partî 9, Yeni Parti 3, DEM Partî 2, MHP 2, CHP 1, ÎYÎ Partî 1 û Partiya Yeni Yol 1.
Numan Kurtulmuş diyar kir ku komîsyon dê ji 19 endaman pêk bê û got: “Li parlamentoyê gotûbêjên budçeyê hene, ez hêvî dikim berî ku qonaxa Civîna Giştî dest pê bike, em civîna xwe ya yekem pêk bînin.”