Kiliçdaroglu biryarên rewşa awarte dibe dadgeha destûra bingehîn

LiTirkiyeyê piştî hewla kudetaya 15ê Tîrmehê karmendên dewletê yên ji kar hatîne derxistin û dûrxistin bi biryar nameyên di HukmêYaseyê de yên di çarçove ya Rewşa Awarte de, di van rojên cejna Qurbanê de jî di rojeva siyasetê de bû.
kurdistan24.net

K24- Eqere

LiTirkiyeyê piştî hewla kudetaya 15ê Tîrmehê karmendên dewletê yên ji kar hatîne derxistin û dûrxistin bi biryar nameyên di HukmêYaseyê de yên di çarçove ya Rewşa Awarte de, di van rojên cejna Qurbanê de jî di rojeva siyasetê de bû. Herwiha piştî dûrxistina ji kar a 12 hezar mamosteyan û tayînkirina qeyûman bo 28 şaredariyan Binali Yildirimê serokwezîrê Tirkiyeyê da xuyakirin ku ev prose dê berdewam be û vê yekê jî nîqaşa li ser biryarnameyan gurtir kir. Kemal Kiliçdaroglu Serokê Giştîyê CHPê ragihand ku ji derveyî biryarnameya yekem dê hemû biryarnameyên dî bibe Destûra Bingehîn ji bo betalkirina wan. Kamil Okyay Sindirê Sekreterê Giştîyê CHPê ku di heman demê de parlamenterê CHPê ye jî di vê barê de bo Kurdistan24 da xuyakirin ku li ser milê wan erkek e hesab ji vê rewşa heyî bipirsin û diyar jî kir kuhikûmet 15ê Tîrmehê ji xwe re wek çekekê bi kar tîne da ku pê dengê opozîsyonê bibirre.

Prof.Dr. Kamil Okyay Sındır (SekreterêGiştîyêCHPê - ParlamenterêIzmîrê), got:"Biryarnameyên di hukmê yaseyê de li derveyî hiqûqê ne. Em pabend in bi yasayên navdewletî jî. Pêwîst e em rêzê li nirxên mirovahî û gerdûnî bigrin. Em dê yek bi yek nerazîbûna xwe nîşan bidin bo wan sepandinên neyaseyîyên dibiryar nameyan de. Em dê daxwaz bikin ku ev biryarname bi riya dadgehan bên sererastkirin. Eger pêwîst bike em dê serî li Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn jî bidin."

Sindir, amaje bi wê yekê kir ku ev biryar name ango KHK nikarin bibin xwedî biryarek ku guherîn li ser yaseyan pêkbên. Sindir bal kişand ser taybetmendiyên van KHKyanjî û got; ev biryarname ne diwêşiyanê de ne kubikarin dam û dezgehên destûrî biguherin û dewletê ji nû ve saz bikin an dirûvê dewletê biguherin û aşkere kir ku ew dê li beramberî dûrxistina ji kar a mamosteyan tê bikoşin.

Prof.Dr. Kamil Okyay Sındır (SekreterêGiştîyêCHPê - ParlamenterêIzmîrê) ,got:"Divê ev pirsyarbête kirin. Ger beriyahewldanekekudetayê ev şexs, ev mamoste di nav hindek çalakiyên terorî de bûn ji bo çi berî niha ev nehatin darizandin? Eger jî tiştekî wiha nebûne xwe tişta dixwazin bikin çi ye? Bila cihê ka diranvala bibin, li şûna wan  mamosteyên ji me bicih bibin. Eger amanc ev be, ev nayê qebûlkirin. Em dê li hemberî vê têbikoşin."

Nureddin Canikli Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê jî li ser rexne û gazincên ji gelek aliyan aşkere kir ku dê bergiriyên nû bên wergirtin da ku kesên pewywendiya wan bicim'eta Gulen ve nîn e mexdûr nebin û ji loma jî ew dê bi biryarnameyeke nû "rayeya sererastkirinê" bidinrêveberiyê. Herwiha Canikli ragihand ku li parêzgehan bi serokatiya parêzgeran dê navend bên damezrandin û daxwaznameyên ku tên van navendan dê li navendeke dî ku li Enqereyê tê pêkanîn, bên helsengandin.