Osman Baydemîr hat girtin
Biryar e îro bi riya sîstema vîdyo konfirans gotinên wî bên wergirtin û eger heye bi kefalet bê berdan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şevê din bi biryara dadgeha tawanan ya Şirnaxê, perlemanterê HDPê Osman Baydemîr li Izmîrê hat girtin, biryar e îro bi riya sîstema vîdyo konfirans gotinên wî bên wergirtin û eger heye bi kefalet bê berdan.
Dadgeha Şirnaxê, dozek li dijî Baydemîr vekiriye û bi wê yekê tometbar dike ku yasaya kombûn û xwepêşandanan binpê kiriye, dema ku di şerê Cezîrê û Şirnaxê de, ew perlemanterê HDP di sala 2015an de beşdarî çalakiyekê bû û destwerdana artêşê û aloziyên wê deverê şermezar kiribû.
