Dem Partî: Divê Tirkiye pêngavên kiryarkî bo pêvajoya aştiyê biavêje
Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partî ragihand ku, divê Hikûmeta Tirkiyeyê pêngavên qanûnî yên girêdayî pêvajoya aştiyê di zûtirîn dem de bi cih bîne.
Encûmena Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) civiya û ragihandinek li ser wê civînê belav kir û got ku, wan di civîna xwe de pêvajoya aştiyê, ku ev ji salekê zêdetir e berdewam e, nîqaş kir.
Amaje jî da ku, PKKê di kongreya xwe ya 12ê de xwe hilweşand û herwesa di nûtirîn pêşhata xwe de biryar da ku hemî hêzên xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişîne. Ji ber vê yekê, divê ev pêngav wekî werçerxaneka berçav di warê demokrasî, qanûnî û pêvajoya aştiyê de bê hesibandin û pêngavên qanûnî û siyasî yên pêdivî bi zûtirîn dem bên bicihanîn.
Herwesa tekez jî kiriye ku, aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan nayê bidestxistin, lê bi itîrafkirina bi mafê welatîbûnê û mafên demokratîk dibe herdemî.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sebrî Ok li roja Yekşemê (26ê Cotmeha 2025ê) li quntara Çiyayê Qendîlî bi tevlîbûna 25 çekdaran di konferanseka rojnamevanî de pêngaveka kiryarkî ya nû ya partiya xwe li ser pêvajoya aştiyê ya nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand.
Navbirî got: “Li ser bingeha bername û biryarên Kongreya 12ê û Destûra Rêber Abdullah Ocalan, me dest bi avêtina pêngava vekişîna wan hêzên xwe ji Tirkiyeyê kiriye, ku di xetereya pevçûnê de ne û ji bo rûdana îhtîmalên nexwestî mimkin in.”
