Bi dehan fermandariyên HSDê hatine amadekirin ku tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveka girîng de ji bo yekkirina hêzên leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lîsteka fermî pêşkêşî Hevpeymaniya Navneteweyî kiriye, ku navên wan fermandarî û yekîneyên leşkerî tê de ye yên ku biryar e bi artêşa nû ya Sûriyeyê re bên têkilkirin.
Li gorî zanyarên North Pressê, navên nêzîkî 70 fermandarên payebilind ên HSDê di wê lîstê de hene, ku di şerê li dijî DAIŞê de rolekê berçav lîstiye.
Pêvajoya tevlihevkirinê bi vî rengî ye:
Sê firqeyên sereke yên HSdê dê bi artêşa Sûriyeyê re bên têkilkirin û dê li deverên Cezîre, Firat û Dêrazorê bên binecihkirin.
Sê lîwayên taybet ên HSDê dê bikevin bin fermana erkana giştî ya artêşa Sûriyeyê.
Çavkaniyekê eşkere kiriye ku, ku 30% ya postên di erkana giştî ya nû ya Sûriyeyê de dê bikevin destê fermandariyên HSDê.
Yek ji lîwayên taybet dê ji bo operasyonên li dijî terorê bê terxankirin û dê bi hevahengiya Hevpeymanan li seranserê Sûriyeyê bixebite.
Mezlûm Ebdî pêştir ragihandibû ku, hêzên wan dê "pareka bihêz a artêşa nû ya Sûriyeyê pêk bînin" û yekîneyên li dijî terorê jî dê li ser karên xwe berdewam bin. Rojavayê jî herwesa piştrast kiriye ku, HSDê lîsta xwe pêşkêş kiriye û hêvî kirirye ku ew pêvajoya hevgirtinê "zû" çê bibe.
Ji aliyekî din ve jî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê pêştir ragihandibû ku, HSDê "şiyana têkilbûna bi artêşa Sûriyeyê re heye" û gelek rêzê li wan digirin.
Şandeka leşkerî ya HSDê li roja 13ê Cotmehê serdana Şamê kiribû. Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hamo jî ragihandibû ku, ew gihîştine "lihevkirina devkî" lê hîn tu peymaneka fermî nehatiye îmzekirin.
