Du civînên girîng li ser pêvajoya aştiyê tên kirin

Hejmareka endamên PKKê li Qendîlî (Wêne: AFP)
Hejmareka endamên PKKê li Qendîlî (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive. Herwesa Komîsyona Pêvajoya Aştiyê jî dê mêvandariya du wezîran bike.

Li gorî zanyarên medyayên nêzî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), biryar e ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sibe (Pêncşem, 29ê Cotmeha 2025ê) bi Parlamenterên Dem Partiyê û endamên Şanda Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar re bicive.

Ev civîn, ku dê hevdîtina sêyê ya di navbera herdu aliyan de be, wekî pêşveçûneka nû û girîng di pêvajoya aştiyê de tê hesibandin. Biryar e ku qonaxên dawiyê yên pêvajoya aştiyê û pêngavên qanûnî yên têkildarî wê pêvajoyê bên nîqaşkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, PKKê di rojên borî de di merasîmeka dîrokî de pêngavrka dîrokî avêt û hemî hêzên xwe ji axa Tirkiyeyê vekişandin. Ev yek jî wekî pêngaveka erênî ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê tê dîtin.

Erdogan li ser wê civînê got ku, ew dê bi şanda Dem Partiyê re li ser pêşketinên dawiyê yên girêdayî wê pêvajoyê biaxivin.

Komîsyona Aştiyê ligel Wezîrên Dad û Derve dicive

Di çarçoveya bizavên ji bo pêvejoya aştiyê de, Komîsyona taybet a Parlamentoya Tirkiyeyê dê sibe pêşwaziya Wezîrê Derve Hakan Fidan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bike. Armanca wê civînê nîqaşkirina pêngavên pêdivî yên qanûnî û dîplomatîk ji bo qonaxa nû ya wê pêvajoyê ye.

Li gorî haydariyan, Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê, ku di parlamentoyê de bi taybetî ji bo pêvejoya aştiyê hatiye damezrandin, dê sibe (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) civîna xwe ya 16ê bike.

Di para yekê ya wê civînê de, mêvandariya Wezîrê Derve Hakan Fidan tê kirin, ku tê payîn ew aliyê dîplomatîk ê pêvajoyê ji endamên komîsyonê re şirove bike. Di para duyê de jî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dê tevlî wê bibe û dê hûrgiliyên pêngavên qanûnî yên pêdivî bixe rojevê.

Herdu wezîr dê nêrînên wezaretên xwe yên girêdayî qonaxên herî dawiyê yên wê pêvajoyê pêşkêş bikin û piştre dê bersiva pirsên endamên komîsyonê bidin.

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di derheqa civînê de ragihandibû: "Pêngaveka berçav dê ji aliyê Komîsyona Parlamentoyê ve bê avêtin û ew wekî Wezareta Dadê dê di civînê de pêngavên qanûnî yên pêdivî yên girêdayî wê pêvajoyê nîqaş bikin."

 
Fly Erbil Advertisment