Wezareta Navxwe: Em hemî bizavan bo qerebûkirina awareyên piştî 1975ê dikin

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, gotgotkek belav bûye qaşo Hikûmeta Federal wan welatiyan qerebû dike yên ku ji ber siyasetên rejîma Beisê, xasma jî piştî peymana şûm a Cezayîrê li sala 1975ê awareyî welatên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê bûn. Tekez jî kir ku, ew gotgotk ji rastiyê dûr in û pareka propagandaya hilbijartinan in û ji bo berjewendiya çend kes û aliyan tên bikaranîn.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) ragihandinek belav kir û tê de got: “Em welatiyên xweşevî haydar dikin ku, ev demek e gotegotên nerast tên belavkirin ku Hikûmeta Federal/Wezareta Koç û Koçberan wan welatiyan qerebû dike yên ku ji ber siyasetên rejîma Beisê, xasma jî piştî peymana şûm a Cezayîrê li sala 1975ê awareyî welatên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê bûn û piştî serhildana mezin a gelê me li sala 1991ê vegeriyane Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Navxwe herwesa ragihand: “Em li vê derê ji raya giştî re radigihînin ku tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê/Wezareta Navxwe bizav kiriye ku Hikûmeta Federal di çarçoveya destûrê Iraqê de berpirsiyariyên xwe yên li beranberî wan malbatan bi cih bîne, heta nivîsîna vê ronkirinê jî tu bersiveka fermî ji aliyê Hikûmeta Federal ve bi me nehatiye dan û hemî ew nûçeyên ku niha tên belavkirin ji rastiyê dûr in.”

Wezareta navbirî tekez jî kir: “Ji ber vê yekê, em welatiyan hişyar dikin ku nekevin nav pêla propagandaya hilbijartinan ji bo berjewendiya çend kes û aliyan. Em we piştrast dikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erk û berpirsiyariyên xwe radibe û heya ku bidestxistina mafên û xasma jî mafê qerebûkirina awareyên vegeriyayî ji bo welatî, dê berdewam be û her zanyar û pêngaveka fermî hebe, dê ji çavkaniya fermî ji we re rabigihîne.”

 
Fly Erbil Advertisment