Şaxewan Ebdila: Tenê PDK dikare li Kerkûkê guhertinan bike

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bazineya Kerkûkê ragihand: “Bi vegera PDKê ji bo Kerkûkê, gelek guhertin li wî bajarî çê bûne.” Herwesa got: "Ev bajar hewceyî PDKê ye.”

Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bazineya Kerkûkê Şaxewan Ebdila ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) tevlî geşta nûçeyên saet 18:00 ên Kurdistan24ê bû û ragihand: “Kerkûkê ji bo PDKê girîngiyeka taybet heye, her ji dema Mela Mistefa Barzanî heta niha. Herwesa her gava ku Kerkûk hewceyî Serok Barzanî bûye, ew amade bûye.”

Şaxewan Ebdila herwesa got: “Li sala 2005ê, Mesrûr Barzanî li ser pişka Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê biryaran damezrandina sê hezar ciwanan ji bo Kerkûkê da. Herwesa dezgehên Asayîşê li Kerkûk, Daqûq û heta Mendeliyê hatin damezrandin. Ger ev hêz nebûya, Kerkûk dê berî avakirina DAIŞê ji aliyê Qaîdeyê ve bihata şkandin, ji ber ku li wî bajarî her roj teqîn hebûn.”

Navbirî amaje jî da: “Dema ku çekdarên DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir, Serok Barzanî bi xwe li wê derê amade bû û çavdêrî dikir û hêzeke mezin a Pêşmergeyan li Kerkûkê binecih kir.” Tekez kir: “Heta ku destûr neyê bicîhanîn, tiştê ku niha heye ferzkirineka tal û rastî ye li ser Kerkûkê. Di demên borî de û niha jî, welatiyên vî bajarî tenê bawerî bi Serok Barzani û PDKê hebûye, ku bikare vê rewşê biguherîne.”

Serokê Lîsta PDKê li Kerkûkê ron jî kir: “Li sala 2021ê, me alaya Kurdistanê li Kerkûkê bilind kir. Parêzgarê Kerkûkê yê niha wê demê her li wî bajarî nebû. Ew destkeftiyên ku me ji bo Kerkûkê bi dest xistine, bi piştgiriya serkirdetiya PDKê hatine bidestxistin. Her roj welatiyên Kerkûkê ji me re dibêjin: bi vegera we re, guhertin li vî bajarî çê bûne.”

Şaxewan Ebdila herwesa got: “Şêniyên vî bajarî hêviyên mezin bi PDKê hene, lê heta niha hin fermangehên vî bajarî şovenîst in û petrola Kerkûkê bi qaçaxçî tê birin. Me heta ji Serokwezîrê Iraqê re jî gotiye û wî ev yek înkar nekiriye. Herwesa fermanberên Kurd rojane tên dûrxistin û li şûna wan ên Ereb tên danîn.”

 
Fly Erbil Advertisment