Rêbaz Hemlan: Me bi fermana Mesrûr Barzanî zext li Bexdayê kiriye ku mûçeyên Îlonê bişîne

Rêbaz Hemlan
Rêbaz Hemlan

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê zexteka zêde li ser hikûmeta federal kiriye, da ku erkên xwe bi cîh bîne û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.” Herwesa got: “Tê payîn ku di civîna bê ya Encûmena Wezîrên Iraqê de, biryar li ser şandina mûçeyên Îlonê bê dan.”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî Rêbaz Hemlan îro (Çarşem, 29ê Cotmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zexteka zêde xistiye ser hikûmeta federal, ku divê Iraq pabendiyan xwe bi cih bîne.”

Rêbaz Hemlan ron jî kir: “Mijara şandina 120 milyar dînaran ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi şandina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve girêdayî ye.” Herwesa got: "Divê Hikûmeta Iraqê mûçeyên Îlonê berî hilbijartinan di destpêka meha Mijdarê de bişîne."

Navbirî tekez jî kir ku ew li benda civîna Sêşema bê ya Encûmena Wezîrên Iraqê ne, ku biryar li ser dana mûçeyên meha Îlonê bê dan, "da ku em jî 120 milyar dînarên xwe bixin ser hesabê Wezareta Darayî ya Iraqê."

 
Fly Erbil Advertisment