Termê 25 penaberên di Egeyê de xeniqîn digihin Hewlêrê
Biryar e îro, 25 termên penaberên din ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, bigihin Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî.
K24 – Hewlêr
Biryar e îro, 25 termên penaberên din ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, bigihin Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî.
Rêveberê Şaxê Federasyona Penaberan ya Herêma Kurdistanê, Arî Celal ji K24ê re ragihand ku, biryar e demjimêr 18:00 termên 25 penaberên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, bigihin Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî.
Celal got jî: “Ew penaber roja 27ê Çileya borî di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, ji nava wan 19 xelkên Parêzgeha Silêmaniyê, 6 jî xelkê Hewlêrê ne.”
Celal diyar kir ku, heta niha di wê bûyerê de, 12 koçber winda ne, herwiha 2 term jî nehatine naskirin, li Yonanistanê ne.
Ev yek di demekê de tê, ku di dawiya meha borî de, di bûyereke din de, 24 penaberên din yên Herêma Kurdistanê ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Ji ber şerê DAIŞê û krîza darayî, îsal hejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê berên xwe didin Ewropyê, hejmarek ji nava wan jî di deryaya Egeyê de xeniqîn.
Li gor amara Fedrasyona Penaberan li Iraqê, tenê di meha Çileya borî de, 134 welatiyên Herêma Kurdistanê ku dixwastin bi riyên qaçax derbasî Ewropayê bibin, di deryaya Egeyê de xeniqîne.