Firokeyeke Tirkiyê li nêzîkî sînorê Rojava kete xwarê
Firokeyeke bê firokvan ya Tirkiyê li nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê kete xwarê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke bê firokvan ya Tirkiyê li nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê kete xwarê.
Firokeya Tirkiyê ya bê firokvan, jib o armacên îstixbaratî û çavdêriy bikar dihat, li navçeya Kaniya Xezalan ya ser bi Rihayê ve ji ber sedemeke ne diyar ketiye xwarê.
Xelkê Kaniya Xezalan cendirmeyên Tirkiyê agahdar kirin ku ew firoke ketiye xwarê.
Ketina firokeya Tirkiyê li nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê di demekê de tê, ku duh artêşa Tirkiyê bi tank û zirîpoşan û bi çend grûpên opozîsyona derbasî nava xaka Sûriyê bû û bajarokê Cerablusê kontrol kirin.