Komên milîs ên Iraqê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin

Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda gefa tolhildana 4 kuştiyên xwe li Amerîkayê dixwe.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda gefa tolhildana 4 kuştiyên xwe li Amerîkayê dixwe, ku di 27ê meha borî de di êrîşên firokeyên şer ên Amerîkayê yên ser 3 binkeyên serbazî û depoyên çek û dronan de li sînorê navbera Sûriye û Iraqê hatin kuştin.

Ebû Ala Welaî ku Fermandarê Ketayîbê Seyîdulşuheda ye, dibêje: “Em dixwazin operasyonekê encam bidin ku hemû bibêjin tola xwe ji Amerîkayê hildan, dibe ku operasyoneke berfireh be, ji esman, erd, derya, bi dirêjahiya sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê û ji hemû aliyan ve were encamdan. Em niha dikarin şerê Amerîkayê bikin, me sonda tolhildanê xwariye.”

Herwiha gotiye: “Ne tenê li Iraqê, li sînorên Sûriye, Urdin, Herêma Kurdistanê, Kuweyt û Erebistana Siûdî jî em dikarin vî karî bikin û hêzên Amerîkayê bikin armanc. Em li hemû serbazgehên Amerîkayê nêzîk in, me sonda tolhildanê xwariye.”

Gefên Ebû Ala Welaî di demekê de ye ku berî niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kiriye: “Çend komên milîs ên ser bi Îranê, ji wan; Hîzbullah û Seyîdulşuheda ew depoyên çekan bi kar anîne. Serok gelek eşkere gotiye; Em her dem amade ne ku serbaz û berjewendiyên xwe biparêzin. Ew milîsên ser bi Îranê, ku li Iraqê êrîş dikin ser serbaz û berjewendiyên me, em her dem amade ne ku bersiva wan bidin û beriya niha jî Serokê Amerîkayê fermana êrîşkirina ser wan milîsan daye. Êrîşên me peyameke zelal bû ji bo milîsên ser bi Îranê û em hêvî dikin ku peyama me gihiştibe cihê xwe.”