Tirkiye bi Amerîka re, dê li ser Reqa biaxife
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, girêdayî naveroka seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Amerika û hevdîtina ligel Serokê Amerikayê Donald Trump, agahdarî dan medyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, girêdayî naveroka seredana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bo Amerika û hevdîtina ligel Serokê Amerikayê Donald Trump, agahdarî dan medyayê.
Di hevdîtina xwe li gel rojnamevanan de Yildirim diyarkir ku, “Babeta Operasyona Reqa, yek ji babetên herî girîng a hevdîtina Erdogan ligel Trump e. Herweha babetên terorizmê, PKK û Cemaeta Hizmet / Fethullah Gulen jî, di çanteya Erdogan de ne, ku dixwaze bîne maseya giftûgoyan ligel Trump”.