Erdogan wek Serokê AKPê tê hilbijartin

Kongireya awarte ya Partiya Dad û Geşedanê (AKP) li Enqerê birêve diçe û Recep Teyip Erdogan wek serokê giştî yê wê partiyê tê hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongireya awarte ya Partiya Dad û Geşedanê (AKP) li Enqerê birêve diçe û Recep Teyip Erdogan wek serokê giştî yê wê partiyê tê hilbijartin.

Li gor medyayên Tirkiyê, AKP îro li Enqerê kongireya xwe ya awarte lidar dixe. Mebesta wê kongireyê ew e ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê berê yê AKPê dîsa bibe serokê partiyê.

Piştî ku AKP di referandoma 16 Nîsana îsal de bi ser ket û ew guhertinên ku dixwast di Qanûna Esasî de bike, da qebûlkirin, rêya wê yekê bo Erdogan vebû ku him serokomartiyê bike him jî bibe serokê AKPê.

Di kongireya îro de, serokê niha yê AKPê Bînalî Yildim jî dê bibe wekîlê serokê partiyê.

Cîgirê Serokê AKPê Fatîh Şahîn ragihand, kursiya wekîltiyê tenê ji bo Bînalî Yildirim hatiye danîn û got, piştî Yildim ew kursî êdî li nav AKPê de namîne. 
Erdogan roja 2 Nîsana îsal bibû endamê AKPê.

Li gorî qanûnên berê yên Tirkiyê, eger kesek bibe serokomar nikare bibe serokê partiyeka siyasî û divê dest ji partiya xwe jî berde lê piştî referandom ew qanûn hatin guhertin.