Li Stenbolê 11 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Îro polîsên dijîterorê li bajarê Stenbolê operasyonek pêk anîn û bi ser malan de girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro polîsên dijîterorê li bajarê Stenbolê operasyonek pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Di encamê de 11 xwendekarên Zanîngehê bi tohmeta pêwendiyên wan bi KCKê re hene hatin binçavkirin û li Rêvebergeha Asayîşa Stenbolê tên lêpirsînkirin.

Duh jî 11 Xwendekarên Zanîngeha Wanê bi heman tohmetê hatibûn binçavkirin.