Tirkiye: Di heftiyekê de 375 kes hatin binçavkirin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir ku, di heftiyekê de 375 kes bi endamtiya PKK, Tevgera Gulen, DAIŞ û rêxistinên çep hatine binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kir ku, di heftiyekê de 375 kes bi endamtiya PKK, Tevgera Gulen, DAIŞ û rêxistinên çep hatine binçavkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di nava heftiyekê de 483 operasyon encam dane. Li gor wê daxuyaniyê 43 kes bi endamtiya DAIŞê, 128 bi endamtiya Tevgera Gulen, 170 kes bi endamtiya PKK û 23 kes jî bi endamtiya rêxistinên çep hatine binçavkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku 54 endamên PKKê jî di van operasyonan de hatine kuştin.
Baskê serbazî yê PKKê, HPGê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di çend rojên borî de li Bakurê Kurdistanê 58 serbazên Tirkiyê hatine kuştin, 25 barhilgir û wesayît hatine şewitandin û derbe li du helîkopterên Tirkiyê xistine.