HDP û CHP sozên hevkariyê dan hevûdu
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû û şandeya gel wî seredana Navenda Giştî ya Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) kirin. Ji alî Sirri Suerreya Onder û Serpil Kemalbay hatin pêşwazî kirin.
K 24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû û şandeya gel wî seredana Navenda Giştî ya Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) kirin. Ji alî Sirri Suerreya Onder û Serpil Kemalbay hatin pêşwazî kirin.
Piştî serdanê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay axivî û got: "Li dor rêgezên demokratîk em bawer dikin ku divê diyalog bidome. Bi taybetî piştî referandûma destûrê ya ne meşrû bi hişmendiya têkoşîna hevpar pir girîng û watedar e ku hêzên demokrasiyê danûstandinê bikin."
Kiliçdaroglû jî, ji bo girtina parlementer û medyakaran helwest nîşan da û got, "Divê em werin cem hev û bi stranên demokrasiyê divê em welatê xwe berz bikin."